700 fermanber û dîplomatkarên Amerîkayê ji Iraqê hatin vekêşandin
Îro 12.06.2025ê çavkaniyekî ewlehiyê ji çapemeniya Iraqê re ragehand, li ser wan pêşhateyên ku pêktên 700 fermanber û dîplomatkarên Amerîkayê ji Iraqê hatin vekêşandin.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku heta îro serê sibehê zêdetir ji 700 fermanber û dîplomatkarên Amerîkayê ji balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê û hatin vekêşandin û pêşbînî tê kirin vekêşîna rêveber û efserên Amerîkayê jî li dû wê bê.
Ev pêşketin piştî pirsgirêkên ewlehiyê yên di navbera Amerîka û Îranê pêkhat ku gefxwarinên leşkerî li hev dikin, ji ber ku li ser bernameya atomî ya Îranê negeheştine rêkeftinê.
K24
