• Sunday, 08 February 2026
logo

Ocalan silav ji Zanîngeha Kobaniyê re şand

Ocalan silav ji Zanîngeha Kobaniyê re şand

 Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan peyamek ji Zanîngeha Kobaniyê re şand û pîrozbahî li xwendekar, akademîsyen û xebatkarên wê kir.

Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê 7ê Hezîrana 2025an bi helkefta Cejna Qurbanê li gel malbatên xwe hevdîtinek pêk anîbû.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalanê ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî beşdarî hevdîtinê bûbû.

“Hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kirin”

Omer Ocalan doh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de peyamek ji Zanîgeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê re şandiye û got:

"Di hevdîtina me ya Cejna Qurbanê de Birêz Abdullah Ocalan silavên xwe ji Zanîngeha Kobaniyê re şandin û hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê qîmet û girîngiyeke zêde daye xebatên Zanîngeha Kobaniyê û li pey çû:

"Zanîngeh wek bingeh û hêlîna avakirina fikriyeta azadî, wekhevî û demokrasiyê nirxand. Li dijî Modernîteya Kapîtalîst û dubareyên burokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û modern a azadiya ramanî û afirandina fikrî li hebûna zanîngehê bar kir.

Li ser term, têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobaniyê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serkeftin ji zanîngeh û xwendekaran re xwest.”

Zanîngeha Kobaniyê ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 30ê Îlona 2017an bi merasîmeke fermî hat vekirin.

Kar û barên avahîsaziyê yên zanîngehê 2018an dest pê kir û sala 2023yan temam bûn.

Zanîngeh ji 12 fakulteyan pêk tê ku fakulteyên perwerde, bijîşkî, zanistên xwezayî, teknolojî û çend fakulteyên din tê de ne.

Ew zanîngeh piştî şerê dijwar ê li dijî DAIŞê û rizgarkirina bajêr, wekî pêngaveke girîng ji bo jinûveavakirinê û bipêşxistina perwerdeya bi zimanê dayîkê yê Kurdî li herêmê hat vekirin û nêzîkî 3 hezar xwendekarên wê hene.

 

Rudaw

Top