Amerîka daxwaz ji Bexdayê dike ku di demeke herî zûtir de bi Hewlêrê re danûstandinan bike
Wezareta Derve ya Amerîkayê Pêncşemê 5.06.2025, ragihand ku peymanên dawî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkî re ji bo pêşxistina hilberîna gaza xwezayî gaveke girîng e ji bo çareserkirina nehevsengiya demdirêj a di sektora enerjiyê ya Iraqê de.
Wezareta Derve bang li Bexda û Hewlêrê kir ku bi lez û bez hemahengiyê bikin da ku pêkanîna projeyan bileztir bikin û serxwebûna enerjiyê ya Iraqê zêde bikin.
Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washingtonê ji Şefeq Newsê re ragehandiye ku Amerîka bawer dike ku serxwebûna enerjiyê li Iraqê dê Iraqê ji hêla siyasî ve bêtir aram bike.
Herwaha ragehandiye, "Peymanên ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî vê dawiyê bi şîrketên Amerîkî re ji bo berfirehkirina hilberîna gaza xwezayî li Kurdistanê îmze kirine, piştgiriyê didin vê armancê."
Herwaha dibêje, "Ev proje, çi li herêmê bin çi jî li seranserê welêt bin, di berjewendiya hemî Iraqiyan de ne, nemaze di ronahiya krîza elektrîkê ya li Iraqê de."
Ew rayedar dibêje, "Em Bexda û Hewlêrê teşwîq dikin ku bi hev re bixebitin da ku hilberîna gazê di zûtirîn dem de dest pê bikin."
Eve di demekî de ye ku Wezareta Darayî ya Iraqê biryar da ku mûçeyên 8 mehên îsal ên Herêma Kurdistanê nede, û hin çavdêr di wê baweriyê de ne ku ev cureyek zextê ye ji bo rawestandina li dijî peymanên nû, di heman demê de Amerîkayê piştgiriya xwe ya tevahî ji nû ve piştrast kiriye.
Basnews
