Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bersiva Wezareta Petrolê ya Iraqê da û hin rastî ji raya giştî re eşkere kir
Di daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwazayî de hatiye ragehandin: “Wezareta Petrolê ya Iraqê careke din daxuyaniyeke siyasî belav kiriye ku dûre ji rastiyên mijaran, istarê li ser berpirsiyar kirina Herêma kurdistanê dike ji têkçûnên berhevkirî yên ku di bingeh de berhema polîtîkayên (navendî) ne ku nekarîne rêz li bingehên şirîkatiya rastîn bigirin ku Iraqek federal li ser hatiye avakirin.
Amaje bi wê jî hatiye dayîn, “Mûçe û debara welatiyên herêma me birîne, bi binpêkirineke eşkere ya mafên wan ên herî hêsan ên mirovî, û hûn ji bo pêkanîna komployên xwe yên cudakar ên ku li dijî destûrê ne, li dijî wan siyaseteke birçîkirina sîstematîk dimeşînin.
Naveroka daxuyaniyê: “Careke din, Wezareta Petrolê ya Federal daxuyaniyek siyasî dide ku ji rastiyên objektîf dûr e, û li ser siyaseta sûcdarkirina Herêma Kurdistanê ji ber têkçûnên kombûyî yên ku di bingeh de encama polîtîkayên (navendî) ne ku rêzê li prensîbên şirîkatiya rastîn nagirin, israr dike. Berî ku em bikevin nav hûrgiliyên bersivdayîna îdiayên navborî, em dixwazin çend rastiyan ji raya giştî re ragihînin ku nayên înkarkirin û paşguhkirin:
Hûn in ku bi awayekî eşkere û berdewam Destûrê binpê dikin, û bi salan e ku hûn astengiya pejirandina Qanûna Petrol û Gaza Federal in, ev qanûn ku kevirê bingehîn ê çareserkirina hemî pirsgirêkên petrolê ye. Di şûna wê de, ew israr dikin ku xwe bi pergala qanûnên rejîma berê, qanûna navendî ya Baas a kevnar, bi taybetî qanûna 1976-an ve girêbidin, ku bi eşkereyî bi prensîbên pergala federal û xalên destûra bingehîn a derbasdar re nakok e. Ne tenê ew, lê we mûçe û debara welatiyên herêmê qut kirine, ku ev yek binpêkirinek eşkere ya mafên wan ên mirovan ên herî hêsan e, û hûn siyasetek birçîkirina sîstematîk li dijî wan dimeşînin da ku komployên xwe yên cudakar bicîh bînin.
Derbarê îdiayên qaçaxçîtiya petrolê li herêmê de, ew hewldanek eşkere ye ji bo dûrxistina balê ji operasyonên qaçaxçîtîyê û gendelîyê yên berbelav li deverên din ên Iraqê. Hûn in yên ku petrolê ji başûr dibirin û hemû pirsgirêkên gendelîyê li ber çavên her kesî pêk tînin, wekî ku raporên herêmî û navneteweyî nîşan didin ku rêjeya îsraf û gendelîyê eşkere dikin. Hûn in yên ku petrolê tevlihev dikin û xizmetê ji berjewendiyên yên din re dikin li şûna ku xizmetê ji Iraq û gelê wê re bikin, bi polîtîkayên xemgîn ên ku zirarê dane navûdengê petrola Iraqê li asta cîhanê gehandiye.
Berevajî vê, Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih aniye, tevî ku aliyê din jî bi berpirsiyarî û erkên xwe yên destûrî ve mijûl nebûye. Ew şaşitiya we ye ku hûn herêmê ji ber berpirsiyariya zêde ya OPECê sûcdar dikin, ji ber ku tu petrola kesên din bi navê petrola Iraqê difiroşî. Mafê destûrî yê herêmê yê hilberînê du qat ji niha zêdetir e, lê herêm, ji bo berjewendiya giştî ya welêt, nîvê vê mîqdara heqkirî jî hilnaberîne. Me zêdetirî 11 milyon bermîl petrol radestî we kiriye, û we dînarek jî neşandiye Herêma Kurdistanê, ev yek bi awayekî eşkere binpêkirina peyman û erkên darayî ye.
Bi têkildarî tiştên ku di daxuyaniya we ya dawî de hatine gotin, em rastiyên jêrîn bi awayekî ku guman tê de nîne, zelal dikin:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew alî nîne ku bûbe sedema rawestandina hinardekirina petrolê, lê ev yek encama giliyekê bû ku ji aliyê Wezareta Petrolê ya Federal ve li dijî Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê hatibû vekirin, û ji ber wê henardekirin ji 25.03.2025 rawesta, ku bûye sedema ziyan gehandina bi hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê û kompanyayan zêdetir ji 25 mîlyar dolarî.
Di nav çend rojan de, û bi taybetî di 4/4/2023 de, bi Wezareta Petrolê re lihevkirinek hat kirin da ku pêvajoya hinardekirinê ji nû ve dest pê bike, lê qanûna budçeyê biryar da ku ji bo lêçûna hilberînê mîqdarek diyarkirî were destnîşankirin (ku 6 dolar ji bo her bermîlê ye), vê jî wisa kir piraniya kompanyayên berheman li gor vê diyarkirinê, dev ji berhemanînê berdim.
Li ser daxwaza Wezareta Petrolê, beşek ji petrola Herêma Kurdistanê ji bo zêdetirî pênc mehan radestî yek ji rafineriyên ku ji bo berjewendiya Wezareta Petrolê dixebitin hat kirin. Bi tevahî 11,826,218 bermîl hat radestkirin. Tevî vê pabendbûnê jî, ji bo vê mîqdarê dînarek jî nehat dayîn, û di encamê de, şîrketên hilberînê dev ji radestkirina berhemên xwe bo Wezareta Petrolê berdan.
4. Di destpêka avakirina hikûmeta federal a niha de, komîteyek hevbeş ji bo amadekirina reşnivîsa qanûna petrol û gaza federal hate damezrandin. Bi rastî jî çend civîn ji bo vê armancê hatin lidarxistin, lê van hewldanan heta niha ti encam nedaye. Hêdîbûn û derengketinek eşkere ji aliyê hikûmeta federal ve di şopandina vê doza pir girîng de heye, ku mifteya çareseriyek rastîn a nakokiya heyî ya di navbera her du hikûmetan de ye.
Ji ber ku sîstema hikûmraniyê li Iraqê sîstemeke federal e, û yek ji mafên destûrî yên herêmê ew e ku qanûnên xwe yên taybet hebin da ku karûbarên xwe birêkûpêk bikin, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi şîrketên petrolê yên navneteweyî re peyman îmze kirine û petrol û gaza jimare 22 ya sala 2007. Ger di van peymanan de pirsgirêkek rastîn a qanûnî hebûya, şîrketên navdar ên cîhanê bêyî bingehek qanûnî bi mîlyaran dolar li herêmê veberhênan nedikirin.
Iraq xwedî destûrekî ye. Ger bendên wê bi awayekî nivîskî û ruhî, dûrî hilbijartin û berjewendiyên teng di pêkanîn û şîrovekirinê de, bihatana sepandin, ewe rewşa giştî ya welête, nemaze pirsgirêka petrolê, nedigihîştibûya vê astê alozî û krîzê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî erkên xwe yên derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirinê de bi cih aniye, û razî bûye ku: petrola ku bi rêya Şirketa bi bazarkirina Petrolê (SOMO) tê hilberandin bifiroşe, hemû dahata firotanê bispêre xezîneya dewletê, û diyarkirina kompanyayeke bi nave komanyayan ve ((Escrow Account) şêwirmendî, û vekirina hejmareke hatî garantîkirin.
8. Şîrketên petrolê yên ku li herêmê dixebitin van xalan dixwazin: (Bi peymanan re li gorî modela aborî, şertên bazirganî yên di peymanê de bixebitin, dest nedin peymanan ji ber ku wan rêya xwe ya yasayî di dadgehên federal û navneteweyî de wergirtine).
Em dixwazin ji we û raya giştî re bibîr bînin ku peymana (demkî) ya ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê û civînên piştre, delîlên bêguman ên nermî û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo hevkariyê ne. Ev yek îdiayên wezareta we yên li ser bêkêrhatîya hevdîtinên berê yên bi herêmê re bê bingeh dike.
Wezareta Çavkaniyê Xwezayî
Basnews
