• Sunday, 08 February 2026
logo

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê: Iraqê bi yekalî biryar da ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê rawestîne

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê: Iraqê bi yekalî biryar da ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê rawestîne

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê beyanameyek derbarê biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ya ji bo birîna mafên darayî yên Herêma Kurdistanê belav kir û ragehand: ‘’Mûçegirên Herêma Kurdistanê li gor destûr û yasa, heman maf û îmtiyazên mûçegirên beşên din ên Iraqê heye.’’

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê îro 05.06.2025ê daxuyaniyek weşand û got: "Mixabin, di demekê de ku her kes li bendê bû ku Wezareta Darayî ya Federal û hikûmeta federal erkên xwe yên li hember welatiyan û karmendên mûçegir bicîh bînin û mafên darayî li gor peymana ku hatiye îmza kirin bişîne, lê berovajî wê bê liberçavgirtina destûr û yasaya budceyê û biryarên Dadgeha Federal jî bi awayekî bêxem, yekalî û neqanûnî biryar da ku mafên darayî û mûçeyên fermanberan, kesên kêmendam û xizmên şehîdan rawestîne.’’

Herwaha hat ragehandin: "Reftara neqanûnî ya Wezareta Darayî ya Iraqê, ku cezayekî komî û civakî yê mûçegirên Herêma Kurdistanê ye, li gorî destûr û qanûnê, mûçegirên Herêma Kurdistanê xwediyê heman maf û îmtiyazên beşên din ên Iraqê heye û ev yek li gel prensîbên yasayî hevdu nagre û mixabin Civata Wezîran a Hikûmeta Federal jî desthilata xwe yasayî ji bo şandina mûçe bikar neanî.’’

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Em bang li hikûmeta federal û Wezareta Darayî dikin ku biryara xwe ji nû ve binirxînin û mûçe û mafên darayî yên karmendan û Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bişînin, da ku nekevin bin zexta ti partî û komên neqanûnî."

Sendîkayê got: "Em ji rayedarên Iraqê re bibîrtînin ku bicîhanîna bendên destûrê garantiya yekparçeyî û yekitiya Iraqê ye."

 

Basnews

Top