• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê: Gavên mezin bo bicihanîna peymana Şam û HSDê hatine avêtin

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê: Gavên mezin bo bicihanîna peymana Şam û HSDê hatine avêtin

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê Amajeyê dide ku, nêzîkî 100 komên çekdar tevlî wê hatine kirin. Herwesa dibêje ku, çekdarên biyanî qurbanî dane.

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê duhî (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, gavên mezin ji bo bicihanîna peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de avêtine.

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê amaje jî da ku, ew bi wan efserên ku ji rejîma Esed reviyane re dicive da ku ji serbor û ezmûna wan feydeyî werbigire, heta hin ji wan vegeriyane nav dezgehên serbazî jî.

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê herwesa got, “Çekdarên biyanî qurbanî dane û pabendî baweriyên artêşa Sûriyeyê ya niha ne.” Herwesa got, "Armanca wan ew e ku artêşê bi rêya diyalogê bikin yek û naxwazin di nav wê dezgehê de ti derz û valahî hebin."

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê tekez jî kir ku, nêzîkî 100 komên çekdar tevlî wê hatine kirin.

Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump li Sûriyeyê Tom Barrack pêr (Duşem, 2ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, di navbera Şam û Waşintonê de li ser tevlîkirina Çekdarên biyanî di artêşa nû ya Sûriyeyê de têgihîştin û zelaliyeke baş heye.

Tom Barrack herwesa got, “Baştir e ku ew çekdarên biyanî yên "tundrê" di çarçoveya projeya dewletê de bimînin li şûna ku bênn dûrxistin.” Amaje jî da ku, ew gelek li ser wan çekdaran axiftine û gotiye ku ew ji bo birêveberiya nû ya Sûriyeyê gelek dilsoz in.

 
 

 

K24

Top