• Sunday, 08 February 2026
logo

Şêrko Kurmanc: Teyf Samî û dayîk û bavê wê 76 trîlyon dolar ji kurdan dizîne û mûçe jî bi minet didin

Şêrko Kurmanc: Teyf Samî û dayîk û bavê wê 76 trîlyon dolar ji kurdan dizîne û mûçe jî bi minet didin

Biryara Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî, bi birîn û neşandina mûçeyên fermanberên Kurdistanê bertek li ser asta navxwe û Iraqê û derve de çêkiriye û nivîskarek di wî warî de dibêje ji wan petrolên ku di salên pênciyanve li navçeyên Kurdî de tên derxistin, dehan trîlyon dolar dahata Iraqê bûye û li kurdan diziye.

Nivîskar Şêrko Kurmanc di gotarekê de destnîşan kir ku tenê li gundê Sargeran ne tevahiya herêmê û hemû bîrên petrolê yên li Kurdistanê, ku herî kêm heftê sal in, Iraqê ji (2.5 milyar) bermîl zêdetir petrol derxistiye û dizî ye. Eger em herî kêm 30 dolar ji bo her bermîlê hesab bikin, ev tê wê wateyê ku wan ji dewlemendiya Kurdistanê zêdetirî 76.5 milyar dolar tenê li gundekî dizî ye. Ger em petrola Bawegurgur, Cewel Cembur û Xaneqînê hesab bigehêje çend,  Hesab bikin ka dê û bavê Taif Samî çiqas petrol ji Kurdistanê dizîn. Berê, 30 dolar ji 300 dolarên niha pir zêdetir bû. Ji ber vê yekê werin û hesab bikin ka dê û bavê Teyf Samî çiqas petrol ji Kurdistanê dizîn e.

Nivîskar Şêrko Kurmanc mijarek li ser (Dika ji bo avabûna neteweyî) nivisiye û amaje bi wê kiriye: “Ev rastiyek e ku kes qala wê nake. Bi rastî, kes nizane jî ku di ronahiya rojê de dewlemendiya neteweyekê bê dizîn, lê siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û çalakvanên wê mîna raya giştî bêdeng dimînin. Bêguman dagirkerê wî her bi wî awayî muamele li gel dike, tê wê watê ku, ew pereyê te ji ber spasdarî û serbilindiyê nade te, belku ji de dibire.”

Herwaha di dawî de nivisiye: Pêwîste Kurdistanî li pêgeha derî ve li gel Bexdayê danûstandin nekin, weke mirovekî mejîdagirkirî û biyanî li ser diziyên mezin ên dewletê danûstandinan nekin, lê wekî xwediyên sed sal mafên hatî zeftkirin û dewlemendiya dizî biçin Bexdayê.”

 

Basnews

Top