• Sunday, 08 February 2026
logo

Bi fişar û givaşa rayedarên Bexdayê, Dadgeha Federal xwe ji çareserkirina zû ya giliya mûçeyên Kurdistanê vedişêre

Bi fişar û givaşa rayedarên Bexdayê, Dadgeha Federal xwe ji çareserkirina zû ya giliya mûçeyên Kurdistanê vedişêre

Di demekî ku mûçegirên Herêma Kurdistanê li benda wê yekê dikin ku Dadgeha Federal a Iraqê soza xwe bicîh bîne û di demekî kurt de giliya ku ji bo mûçe zelal bike ku daxwaz hatibû kirin fermanê bide ji bo biryara Wezareta Darayî ya Iraqê û dest bi dayîna mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê bê kirin.

Piştî ku Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî biryar da ku mûçe ji Herêma Kurdistanê re neşîne bi hinceta nemana para Herêma Kurdistanê ya di budceya îsal a Iraqê de, gilînameyek li Dadgeha Federal hat vekirin. Di rojên dawî de, dadgehê daxuyaniyek da û soz da ku di demek nêzîk de giliyê çareser bike.

Di vê derbarê de, serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Musenna Emîn piştî serdana Serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî ragehand, ku Sûdanî gotiye ji ber ku çend endamên Dadgeha Federal li Hecê ne û yên din jî di betlaneya cejnê de ne, ew biryar demekî kurt de nayê dayîn.

Di vê derbarê de, parêzer Zana Tofîq Beg ji BasNewsê re ragehand; Dadgeha Federal a Iraqê qet dadgeheke serbixwe nebûye, her tim di bin givaşê de bûye, vê carê jî di bin givaşa rayedarên Bexdayê de ye û dadgeh xwe li zelal kirin û biryardana wê gilînameyê vedidize. Eger na hîn betlaneya cejnê dest pê nekiriye û ya pêwîst ew e gilînameyên xwedî taybetiya lez in, di demekî kurt de bên zelal kirin û biryar li ser bên dayîn.’’

Herwaha got: “Mixabin, xuya ye ku hemû rayedarên Bexdayê li ser zulmkirin û cîhbicîhkirina siyaseta birçîkirina gelê Kurd li hev dikin, da ku gelê Kurd neçar bikin ku teslîmî siyasetên dijminên Kurdistanê bibe. Mixabin xelk jî heye li Herêma Kurdistanê bûne berdevkê desthilatdariya Bexdayê û di cîha wan de bahaneyên derew derdixin pêş û tometê ji bo Herêma Kurdistanê çêdikin.’’

 

Basnews

Top