• Sunday, 08 February 2026
logo

3 leşkerên Îsraîlî li Şerîda Xezeyê hatin kuştin

3 leşkerên Îsraîlî li Şerîda Xezeyê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragehand di êrîşeke bombeyî de sê kes ji wan hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Îro 03.06.2025ê pêgeha Dengê Artêşa Îsraîlê ragihand 3 leşkerên wan li navçeya bakurê Şerîda Xezeyê hatine kuştin û diyar kir ew leşker ên hêzeke lîwaya Xefaet bûne û ketine kemîn û dawikekî bombeya çandî û 3 kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Navên wan leşkerên hatine kuştin waha ye: Lior Steinberg yê 20 salî, Ofik Burhana yê 20 salî û fermandarê wê tîmê Omer van Gilder 22 salî.

Li gorî lêpirsînên destpêkê, bombe di tankeke Îsraîlê de hatiye teqandin.

Li gor heman çavkaniyê hûrgiliyên bûyerê ragehandiye: Karwaneke tank û çekan bi kamyoneke agirkujiyê re diçû da ku agirê di wesayîteke leşkerî de li Şerîda Xezeyê vemirîne, ku ji ber germahiya bilind a motorê agir pê ketibû, di rêya vegerê de bombe di wî karwanî de teqiya, artêşa Îsraîlê got ku sê leşker dema wesayîtek li ser rê teqiya hatin kuştin.

Ji destpêka êrîşa 27ê Cotmeha 2023ê ya Hemasê destpêkir û piştre Îsraîlê li hember Şerîda Xezeyê êrîş û operasyon dan destpêkirin û heta naha 424 leşker û efserên Îsraîlî hatine kuştin.

 

Basnews

Top