• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokê Saziya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî ya Elmeda kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokê Saziya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî ya Elmeda kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani peyamek pîrozbahiyê ji Serokê Saziya ragehandin û rewşenbîrî û hunerî ya Medyaya Elmeda re şand, ji ber ku ji aliyê Lûtkeya Medyaya Erebî ya li Dubayê ve wekî Rojnamevanê Salê hatiye xelatkirin.

Naveroka peyama Serokê Hikûmetê eve:

Birêz mamosta Fexrî Kerîm Serokê Saziya Ragehandin û Rewşenbîrî û Huneriya Elmeda:

Ez ji ber xelatkirina we ya ji aliyê lûtkeya medyaya Erebî li Dubayê û destnîşankirina we wek (Kesayetyê Ragehandkar ê sale), pîrozbahiyên xwe yê herî gerim li we dikim û hêviya serkeftin û berdewamê ji bo we dixwazim.

Birêzê we roleke diyar û bi bandor di warên ragehandin û rewşenbirî û çapemenî û piştevanîkirina nivîskar û rewşenbîran û pêşxistina azadiya fikir û ragehandina berpirsiyar heye, ku di xizmeta pirsên hemwelatiyan de ye.

Hêvîdarim ku hûn hertim di pêşkeftinê de berdewam bin û di tendurustiyê de bijîn.

Mesrûr  Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

2.o6.2026

 

Top