Endazyar Necmedîn Ebdulla, Rêveberê Çandiniyê yê Şêxanê: Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê girîngiyeke mezin daye sektora çandiniyê û projeyên wê.
Endazyar Necmedîn Ebdulla, Rêveberê Çandiniyê yê Şêxanê: Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê girîngiyeke mezin daye sektora çandiniyê û projeyên wê.
Eger em ji nêrîna qezaya Şêxanê ve behsa sektora çandiniyê bikin, Şêxan jî weke her devereke din a Kurdistanê xwedî axeke bi xêrûbêr e, ku cotkarên me dikarin piraniya cureyên berhemên çandiniyê li sînorê qezaya Şêxanê biçînin. Niha li sînorê qezaya Şêxanê, her berhemekî çandiniyê ku li Herêma Kurdistanê heye, li Şêxanê jî tê çandin; weke genim, kartol (petat), birinc, lazût (genimeşamî), bacanê sor (temate), bacanê reş (balcan), heta bi giştî hemû cureyên sebzeyan, her tişt tê çandin. Ev jî vedigere ser wê handan û piştevaniyê ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê di van çend salên dawî de girîngiyeke baş daye sektora çandiniyê, da ku berhemê Kurdistanê zêde bibe û qedrê wî bê girtin. Ji bo vê yekê jî pêngavên mezin hatine avêtin ji bo girtina deriyên sînorî li hember hawirdekirina wan berhemên ku di werzeke salê de li Herêma Kurdistanê tên çandin.
Derbarê qedirgirtina berhemên çandiniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser wê yekê kirine ku cotkarên me, ew berhemê ku di destê wan de ye – ku berê di çend salên borî de me didît di destê wan de dima û diavêtin ser cadeyan – lê niha berevajî ye; bazirganên naverast û başûrê Iraqê û derveyî welat jî çavên xwe berdane kirîna berhemên Kurdistanê. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nehem asankarî ji bo bazirganan û xwedîkaran kirine, da ku werin berhemên cotkarên me li nav Herêmê bikirin. Hevahengî ligel hikûmeta federal a Iraqê hatiye kirin, da ku bazarên naverast û başûrê Iraqê li pêşiya berhemên cotkaran neyên girtin, ji bo ku cotkarên me bikaribin berhemên xwe li wir bifiroşin. Em weke Rêveberiya Çandiniyê ya Qezaya Şêxanê û bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê, rojane alîkariya cotkarên xwe dikin ji bo dabînkirina destûr û rêdanan û piştevanîkirina cotkarên xwe ji bo birêkûpêkkirina berhemên wan ji bo bazarên navxweyî yên Iraqê.
Li sînorê qezaya Şêxanê gelek projeyên girîng ên çandiniyê hene. Wek mînak, 21 embarên sarkirinê (sarinc) ji bo parastina berheman hene ku şiyana wan a parastina 100 hezar ton kartolan (petatan) heye. Gelek projeyên wekî yên sewalên kedî (mirîşk û hwd.), berhemanîna hingiv, projeyên hêk û mirîşkan, û xwedîkirina çêlek û golikan hene. Ev jî bi saya alîkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û asankariyên ku ji bo veberhêner û xwediyên projeyan hatine kirin, pêk hatiye, da ku ew bikaribin van projeyan li vir damezrînin.
Gulan
