185 hezar xwendekaran xwe ji bo fêrbûna zimanê kurdî qeyd kiriye
Piştî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê ku perwerdeya kurdî li dibistanên giştî tenê bi 3 dersan di hefteyê de li deverên ku piraniya wan Kurd in sînordar kir, xwepêşandanên berfireh li seranserê Rojava hatin lidarxistin.
Çavkaniyeke Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Hesekê amarên destpêkê yên li ser xwendekarên ku ji bo fêrbûna bi zimanê kurdî li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê qeydkirî ne, ji ajansa me re aşkera kirin.
Li gor çavkaniyê, hejmara xwendekarên qeydkirî li parêzgeha Hesekê gihîştiye 81 hezarî, li Kobanê 53 hezar û 108, li Efrînê 47 hezar û 44 û li Şam û Hemayê 3 hezar û 728 e.
Bi vî awayî, li gor amarên destpêkê, hejmara giştî ya xwendekarên qeydkirî li van deveran 185 hezar û 213 e.
Çavkaniyê destnîşan kir ku ev hejmar ên destpêkê ne û dibe ku di demên pêş zêde bibe û da zanîn ku pêvajoya qeydkirina xwendekaran hîn li gelek dibistanan neqediyaye.
Şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî duh di peyamekê de ji xwendekarên Kurd û malbatên wan xwest ku sala nû ya xwendinê temam bikin û soz da ku hewlên zêdetir ji bo bidestxistina naskirina fermî ya zimanê kurdî bên dayîn.
ANHA
