• Sunday, 08 February 2026
logo

Desthilatdarên Iraqî naxwazin ne rê didin hinardekirina petrola Kurdistanê û ne jî dixwazin mûçe û budceya Kurdistanê bi rêkûpêk bişînin

Desthilatdarên Iraqî naxwazin ne rê didin hinardekirina petrola Kurdistanê û ne jî dixwazin mûçe û budceya Kurdistanê bi rêkûpêk bişînin

Endamekî lijneya petrol û gazê ya parlementoya Iraqê dibêje ku divê pirsgirêka mûçeyan bi awayekî bingehîn were çareserkirin û niyeta Bexdayê ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê tine.

Endamê Lijneya Petrol û Gazê li Parlementoya Iraqê Dr. Sabah Subhî ji BasNewsê re got: "Li pêşiya Kurdistanê ti astengiyeke yasayî ji bo hinardekirina petrolê tine ye, lê wan ev astengî li Bexdayê çêkirine. Çawa pirsa mûçe kirine mijarekî siyasî, herwaha hinardekirina petrolê jî bûye siyasî. Me yasa derxistine û madeya 12an a yasayê budceyê sererast kiriye. Pirsgirêk hatine çareserkirin, lê aliyê Iraqî naxwaze mijara 16 dolar garantî bike. Yasaya petrol û gazê di rojeva siyasî ya kabîneya Sûdanî de bû. Yek ji xalan sererastkirina qanûna petrol û gazê ye, lê aliyê Iraqî bi xwe navxwe de têkçûne. Ew bi taybetî li parêzgehên hilberînerên petrolê yên wekî Besra û Mîsanê nakok in û navxwe de razî nebûn ji bo wê jî yasaya petrol û gazê derneket. Ji bo wê jî dibe ku ev mjiar mijarên teknîk bin, lê nabe siyaset têkel bibe û me gotiye ger dikare aliyên navnetewî bila bên nav mijarê ku bibin hakem ango dadwer.

Herwaha diyar kir: "Sedema nehinartina petrola Kurdistanê ew e ku nûnerên APIKOR ji bo mafên xwe garantiyan dixwazin, wekî din ew nikarin bixebitin, nemaze pirsgirêka karker û qezencên şîrketan, alavên kolandin û veguhastinê, ev hemû garantiyan hewce dikin. Iraq nikare bêje herin û karê xwe bikin û wê hingê em ê bi xwe çareser bikin. Şîrketan ev axaftina devkî qebûl nekirine û heta şîrketan jî gotine werin û aliyê navneteweyî bînin hundur, wan qebûl nekir."

Dawiyê de jî got: "Divê pirsgirêka mûçeyan bi bingehîn were çareser kirin. Emê heta kengî li benda hat û nehatê bin? Ji ber vê yekê, divê ev pirsgirêk bi awayekî bingehîn were çareser kirin. Werin em demê winda nekin, ji ber ku gelek partî bi navê opozîsyonê ji vê rewşê hez dikin, da ku dengan kom bikin û her şev li ser ekranê nikarin çareseriyek demkî bin wekî ku ew bi deyn dibêjin! Divê ev vebijark werin red kirin. Ger ew neyên çareser kirin, ev pirsgirêk dê meha bê derkevin holê."

 

Basnews

Top