Dadgeha Federal – Gilînameyek hat pêşkêşkirin da ku Wezareta Darayî ya Federal neçar bike ku mûçeyê mûçegirên Kurdistanê bide
Dadgeha Federal a Iraqê aşkera kir, gilînameyek ji bo derxistina fermanekî hatiye pêşkeşkirin ku Wezareta Darayî ya Federal neçar bike mûçeyê mûçegirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide û dê demekî kurt de biryar li ser bê dayîn.
Li gorî daxuyaniyek ku li ser malpera fermî ya Wezareta Darayî ya Iraqê hatiye weşandin û derbarê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê de hatiye belav kirin û dadgehê got ku roja Yekşemê, 1ê Hezîrana 2025an, gilînameyek ji aliyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşkêşkirin, ku daxwaza dayîna mûçeyên li Herêma Kurdistanê û di dema hatiye diyar kirin de mûçe dayîn berdewam bike û gilîname li gor biryara Dadgeha Federal a bi hejmara 22 û 269 a sala 2024ê berdewam bike.
Di gilînameyê de her wiha daxwaz hatiye kirin fermanek bê dayîn ku Wezareta Darayî ya Federal neçar bike ku mûçeyan bide û ew yek wek cîhbicîhkirina biryara bi hejmara li jorî hatiye diyar kirin e.
Di dawiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Dadgeha Federal gilîname bi hejmara (104/Federal/2025) tomar kiriye û forma yasayî ya gilînameyê hatiye wergirtin û "daxwaza derxistina fermana parêzgar dê di zûtirîn dem de were çareserkirin."
Basnews
