• Sunday, 08 February 2026
logo

Çalakvanê siyasî: Xez Elî dixwaze bi êrîşa li ser Kurdistanê dizî û talankirina xwe ji bîr xelkê Iraqê bibe

Çalakvanê siyasî: Xez Elî dixwaze bi êrîşa li ser Kurdistanê dizî û talankirina xwe ji bîr xelkê Iraqê bibe

Çalakvanekî siyasî ji Hewlêrê sedema êrîşên Qeys Xezelî, fermandarê milîsên Esayib Ehlê Heq a terorîst, li ser Herêma Kurdistanê eşkere dike û radigehîne ku dixwaze bi vê rêyê dizî û talankariyên xwe ji bîra xelkê Iraqê bibe.

Îro roja pêncşemê Qeys Xezelî, ku di lîsteya terorê ya Amerîkî de tê xwestin û fermandarê milîsên Esayibê Ehlê Heqe, di hevpeyvîneke li gel medyayeke Iraqê, êrîşî Herêma Kurdistan û Hikûmeta Hikûmeta Herêma Kurdistan kiriye û bi vî awayî jî piştevaniya xwe ji birçîkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal re nîşanda.

Di vê derbarê de çalakvanekê siyasî Soran Xakî, di pêgeha xwe ya tora civakî Facebookê de belav kiriye: “Zîhniyeta şovenîst a Xezalî û prensîbên wî(Hevbeşî Lihevkirin û Hevsengî)ê qebûl nake! Zîhniyeta şovenîst a Xezalî prensîbên şirîkatî, lihevkirin û hevsengiyê qebûl nake! Eşkere ye ku prensîbên beşdarbûn an avakirina hikûmeta Iraqê (şirîkatî, lihevkirin û hevsengî), Iraqa piştî Sedam li ser heman bingehê hatiye damezrandin. Lê Xezelî û yên li pişt wî qet baweriya xwe bi van prensîban neanîne, ji ber vê yekê ew her gav li dijî mafên gelê Kurd rawestiyane.”

Herwaha aşkera dike ku “Xezelî yek ji wan kesayetiyên Iraqê ye ku destê wî di qaçaxçîtî, gendelî û îsrafa dewlemendiya welêt de pir zêde ye, lê ew dixwaze li dijî Herêma Kurdistanê derkeve, hestên kolanên Iraqê bo xwe bikişîne û xelk dizî û talankirina wî ji bîr bike!”

Wî çalakvanî herwaha aşkerayî nivisiye: “Berê, Sedam Husên hewl dida bi Enfal û êrîşên kîmyewî Kurdan tune bike, û Xezelî dixwaze vê siyasetê bi êrîşên bê firokevan û kêmkirina mûçeyan bidomîne. Guman tuneye ku îradeya xelkê Kurdistanê çawa duh ji wan êrîşên dronan bihêztir bûn ku li pişt Xezelî bû, îro jî ew ji van hewildanên bêencam bihêztir e û dê bi ser bikeve, dron û şikestxwarî jî dê her Xezelî hevkarên wî bin.”

 

Basnews

Top