Adalet Omar: Biryara Teyf Samî berdewamiya biryara Elî Hesen Mecîd e
Lêkolînerek di warê jenosîd û Enfalê de dibêje ku dorpêçên aborî yên ku ji hêla dewleta Iraqê û hikûmeta wê ve hatine sepandin, ku niha di destê çarçoveya hemahengiyê de ye, bi rêya Wezîra Darayî xistine ser Herêma Kurdistan, heman dorpêçe ku dema xwe bi fermana Elî Hesen Mecîd ji aliyê Sedam Hisênê dîktator serokê rêjîma Beis a sala 1987 desthilata otonom a Kurdistanê jê re hatibû dayîn, ser Kurdistnê ferz kiribûn.
Edalet Omer Salih, nivîskar lêkolêr a di warê jenosîda gelê Kurdistanê, bi belavkirina belgeyekî di tora xwe ya civakî Facebookê de aşkera dike, Cezayên aborî yên ku ji aliyê dewleta Iraqê û hikûmeta wê ve bi rêya Teyf Samî li ser Kurdistanê hatine sepandin, berdewamiya rêbaza Elî Hesen Mecîdî, ku di dema jenosîda Enfalê de ew li ser Kurdistanê ferz kiribûn.
Edalet Omer gotiye: “Heman zihniyet û heman raman berdewam dike û cezayên ku ji hêla Teyf Samî ve li ser Herêma Kurdistanê hatine ferzkirin, heke em lê binêrin, di sala 1987an de ji hêla Elî Hesen Mecîd ve bi nameyek fermî li ser Kurdistanê hatine ferzkirin, ji ber vê yekê heman zihniyeta şovenîst li Iraqê jî maye.”
Herwaha amaje bi wê jî daye, Tiştê ku Tayf Samî û hikûmeta Iraqê kirine, di çarçoveya sûcê birçîkirina gelê Kurd û têkbirina sektora aborî û tevgera jiyanê de ye, ku ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Pêwîste lîlolîna meydanî ya hûr li ser bê kirin û weke raportekî ji rêxistinên mafên mirov li ser asta navneteweyî were dayîn.
Basnews
