Şivan Hemdî endamê Xeleka Guftûgoyê: Kerta çandiniyê bi tenê bi cotkaran û bi projeyên biçûk nagihîje wê astê ku jê re bê gotin «pêşxistina temam, yan jî pêşxistina berdewam»
Şivan Hemdî endamê Xeleka Guftûgoyê: Kerta çandiniyê bi tenê bi cotkaran û bi projeyên biçûk nagihîje wê astê ku jê re bê gotin «pêşxistina temam, yan jî pêşxistina berdewam»
Şivan Hemdî, endamê Xeleka Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û rêveberê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye, di guftûgoya vê carê ya «Xeleka Guftûgoyê» de (bername û plan ji bo pêşxistina kerta çandiniyê li Herêma Kurdistanê), bi vî rengî dîtin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Sektora çandiniyê û çavkaniyên avê bi radeyekê fireh e, ku mirov dikare bêje tevahiya jiyana civakan li xwe digire û stûna sereke ya dabînkirina ewlehiya xwarinê ya her dewlet û neteweyekê ye jî.
Ji bo axaftina li ser vê sektora girîng, ez ê hewl bidim ji sê aliyên pêwendîdar û bihevgrêdayî ve behs bikim, ku ew jî ev in: çandinî wekî «zanist, rêvebirin û serpereştîkirin, û karkirina pratîkî ya nav zeviyan».
1- Çandinî wekî zanist:
Çandinî wekî zanist, ku di çarçoveya kolejên çandiniyê û pizîşkiya veterîneriyê de xwe nîşan dide, di asta lêkolînên zanistî de ji bo zêdekirina berhemê, çareserkirina nexweşiyan û hilberîna madeyên kîmyewî yên qirker, pêşketineke gelek mezin û berbiçav bi dest xistiye. Ji vê zêdetir, bûye beşeke girîng ji pîşesaziyên teknolojiya nû, ji ajotina zeviyan bigire heta avdana berheman bi rêya هوش مصنوعی (zîrekiya çêkirî). Ji ber vê yekê, gava girîng û destpêkê ya ku divê ji bo pêşxistina kerta çandiniyê bê avêtin ew e ku divê em xwe bi zanistên nû yên warên cuda yên çandiniyê û zanista veterîneriyê nû bikin û teknolojiya nû bînin; ji pêdiviyên laboratûwarên kolejên çandiniyê û veterîneriyê, heta digihîje teknolojiya herî nû ji bo pêşxistina çandiniyê. Mixabin, ji vî alî ve me bi qasî pêwîst ji zanist û teknolojiyê sûd wernagirtiye.
2- Çandinî wekî rêvebirin û serpereştîkirin:
Çandinî wekî rêvebirin û serpereştîkirin pêwîstiya wê bi hemahengî û hevkariya piraniya wezaretên hikûmetê heye. Di vê guftûgoyê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku pêwîstiya me bi wê yekê heye ku «desteyeke niştimanî» ji bo kerta çandiniyê li ser asta Encumena Wezîran, mîna «Desteya Neft û Gazê», bê damezrandin, da ku Herêma Kurdistanê têxin ser nexşeya çandiniyê ya cîhanî. Bi rastî, divê li ser vê pêşniyarê karekî cidî bê kirin. Lê pirs ew e, dema dibêjin Kurdistanê têxin ser nexşeya çandiniyê ya cîhanî, mebest çi ye? Bêguman, bersivdana vê pirsê bi xwe nîşan dide ku çandinî dikare bibe brand û nasnameyek ku li ser asta Kurdistanê welatek pê bê naskirin. Di cîhana îroyîn de, gelek welat bi berhemên xwe yên çandiniyê, yan jî bi teknolojî û pîşesaziya dermanên çandiniyê tên naskirin û berhemên wan wekî brand li ser asta cîhanê tên tomar kirin.
Di vê çarçoveyê de, nabe ku hemû aliyên cuda yên pêşxistina çandiniyê, yan jî kêmasiyên ku di vê kertê de hene, bikevin ser milê Wezareta Çandiniyê. Wek mînak, di vê guftûgoyê de amaje bi lêkolîneke hate kirin ku li gorî wê lêkolînê, di çend salên bê de dê du milyon donim erdê çandiniyê ji holê rabin, ev yek jî rûberê erdên çandiniyê kêm dike. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi hemahengî û hevkariya Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.
3- Çandinî wekî karkirina pratîkî ya nav zeviyan:
Dema ez behsa karkirina nav zeviyan dikim, mebesta min hemû zeviyên çandiniyê ne, wekî «zeviyên berhemên çandiniyê, zeviyên xwedîkirina mirîşkan (kedî), zeviyên xwedîkirina ajalan, hewzên xwedîkirina masiyan û hwd.».
Ev aliyê pratîkî yê nav zeviyên çandiniyê heta çend sal berê, yan ew zevî bûn ku cotkarên Kurdistanê tê de kar dikirin û berhem hildiberandin, yan jî projeyên biçûk bûn û bi sermiyaneke kêm veberhênan tê de hatibû kirin. Lê kerta çandiniyê bi tenê bi cotkaran û bi projeyên biçûk nagihîje wê astê ku jê re bê gotin «pêşxistina temam, yan jî pêşxistina berdewam».
Di vê guftûgoyê de, birêz Nebez Refet, şêwirmend û Rêveberê Giştî yê Lêkolîn û Rêberiya Çandiniyê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, tekezî li ser wê yekê kir ku divê em zemînê ji bo encamdana projeyên mezin ên çandiniyê xweş bikin. Ev jî bi wê wateyê ye ku em veberhêner û sermayedarên mezin ên navxweyî û biyanî teşwîq bikin da ku werin li Kurdistanê projeyên mezin encam bidin û kargehên mezin ên pîşesaziya xwarinê ava bikin.
Her wiha, birêz Mihemed Sadiq Barzanî, ku rêveberiya mezintirîn projeya çandiniyê «Zom» li Herêma Kurdistanê dike, tekezî li ser wê yekê kir ku dema projeyeke mezin a çandiniyê tê encamdan, divê proje «projeyeke temam» be. Ev jî bi wê wateyê ye ku dema zeviyeke mezin ji bo xwedîkirina «çêlekên şîr» tê damezrandin, divê me li ser wê yekê fikirîbe ku kargehek jî hebe ku berhema şîr bike pîşesazî, projeyek hebe ku alif ji çêlekan re dabîn bike û navendeke pizîşkiya veterîneriyê hebe ku bi berdewamî çavdêrî û çareseriya ajalan bike, û li ser hemûyan re, bazarek hebe ku garantîkirina firotina berhemên çandiniyê bike.
Ev arasteya ku behsa wê hate kirin, arasteya rast e ji bo pêşxistina temam di kerta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de û arasteya karkirina kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî, ku tê gotin rêjeya veberhênana çandiniyê ji rêjeya 1% di van çend salên dawî de bilind bûye bo rêjeya 10% veberhênan, ku cihê wê yekê ye ku bi geşbînî li pêşxistina kerta çandiniyê bê nêrîn.
Di dawiyê de, ez tekez dikim ku axa bi bereket a Kurdistanê û keşûhewaya guncaw a Kurdistanê, ku her çar werzên salê (zivistan, bihar, havîn, payîz) tê de hene, ku bi wateya werz, her çar jî li Kurdistanê hene, bingeheke mezin e ji bo hemû sektorên cuda yên çandiniyê yên wekî «riwek, kedî (mirîşk), ajal, masî». Ev yek zemîneke guncaw çêkiriye da ku berhemên me yên çandiniyê bibin brandeke niştimanî û li ser asta cîhanê, Herêma Kurdistanê pê bê naskirin.
Gulan
