Ehmed Hacî Reşîd: Biryara Wezareta Darayî ya Iraqê dereng hat dayîn, diviyabû hîn zûtir mûçeyên fermanberên Kurdistanê rawestanda
Caşekî naskirî yê Iraqê gazindan li Hikûmeta Federal a Iraqê dike, qaşo ji bo biryardana birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dereng maye.
Tevî fikar û helwesta piraniya Kurdên welatparêz û xemxur li hember biryara nedestûrî û neqanûnî ya Teyf Samî, Wezîra Darayî ya Iraqê, lê vê biryarê bazara hin caşan germ kiriye û dest bi şopandina biryara Wezareta Darayî ya Iraqê kirine.
Li gor lêkolînên BasNewsê, yek ji caşên ku navê wî Ehmed Hacî Reşîde û parlamenterê berê yê Komela Dadgeriye li parlamentoya Iraqê, ji kanala Ehd a ser bi Qeys Xez Elî ye re ragehandiye: “Biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo ragirtina mûçeyên fermanberên Herêma kurdistanê dereng jî hat derxistin.”
Her wek ku rexnan li paşxistina derxitina wê biryarê girtiye û gotiye: “Çima Wezîra Darayî niha mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê radiwestîne? Wê dizanibû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pabendî peymanên xwe yên bi Bexdayê re nebe.”
Hêjayî gotinê ye ku îdiaya vî caşê naskirî di vê mijarê de ne rast e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû peymanên xwe bicîh aniye.
Herwaha hêjayî gotinêye ku heta niha jî, Ehmedî Hacî Reşîd ev daxuyanî red nekiriye.
Basnews
