• Sunday, 08 February 2026
logo

Iraqî bo hêrsbûnê li rêza yekê ya Ereban û li rêza duyê ya cîhanê ne

Iraqî bo hêrsbûnê li rêza yekê ya Ereban û li rêza duyê ya cîhanê ne

Malpera “Gallup Global Emotions”ê parve kiriye ku, Iraqî di warê hêrsbûnê de li rêza yekê ya welatên Ereban û li rêza duyê ya cîhanê ne.

Malpera “Gallup Global Emotions”ê raportek parve kiriye ku tê de hatiye, "Di warê hêrsbûna welatiyan de, Iraq li rêza yekê ya lîsteya welatên Erebî de ye, Urdun li rêza duyê, Lîbya li sêyê, Tunis li rêza çarê, Mexrib li rêza pêncê, Libnan li rêza şeşê û Îmarat li jî li rêza heftê ye."

Malpera navbirî amaje jî daye, “Li ser asta cîhanê, welatiyên Qibrisa Bakur ji bo hêrsbûnê li rêza yekê ne, Iraq li rêza duyê, Ermenistan li rêza sêyê, Urdun li rêza çarê û Komara Kongoyê jî li rêza pêncê ye.”

Her wê çavkaniyê ragehandiye, “Welatiyên Vîetnam, Fînlanda, Estonya, Portugal û Meksîkê li rêzên dawiyê yên wê lîsteyê ne.”

 
 

 

K24

Top