Wezareta Darayî ya Amerîkayê: Em piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz dubare dikin
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku pişgîriya xwe bo Herêma Kurdistaneke bihêz dubare dikin û di derbarê peymanan de jî dibêje, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, spasiya Mesrûr Barzanî kiriye bo îmzekirina girêbestan û tekeziyê ji wê jî dikin, ku Herêma Kurdistaneke bi hêz di berjewandiya Amerîka û Iraqê de ye jî.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di konfranseke rojnamevanî de îro, 27.05.2025, ragehand: “Em piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya bihêz dubare dikin û rêzgirtina ji bo Herêma Kurdistanê bingeha têkiliyên me yên bi Iraqê re ye."
Tammy Bruce di derbarê civîna di navbera Wezîrê Derve yê Amerîka û Hikûmeta Herêma kurdistanê de got, “Marco Rubio û Mesrûr Barzanî li ser zêdekirina qebareya bazirganiyê û parastina mafên pêkhateyan axivîn.
Herwaha aşkera kiriye, “Em ji Mesrûr Barzani re spas dikin ji bo îmzekirina peymanan û em careke din piştgiriyê didin peymanên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatine çêkirin.”
Berdevka wezareta derva ya Amerîkayê got ku peyman di berjewendiya herdu aliyan de ne û tekez kir ku em hewl û Bexdayê teşwîq dikin ku ji bo pêşxistina sektora gazê bi hev re bixebitin.
Herwah dibêje, ku Gaza Herêma Kurdistanê dê alîkariya Iraqê bike ku di warê enerjiyê de serbixwe bibe.
Basnews
