Li Erebistana Siûdî agir bi daristaneke mezin ket
Li gorî malpera (Arab Weather), şewatekî mezin li daristanên Sarat Banî Malik li parêzgeha Taîf a başûrê Erebistana Siûdî bi qasî 10 kîlometreyan belav bûye.
Malperên medyaya civakî vîdyoyên agirê ku hîn jî li Sarat Banî Malik li parêzgeha Taîfê berdewam dike, belav kirin û dibêjin ew şewat hîn berdewame û li Sarat Banî Malik a li başûrê parêzgeha Taîf şewat hîn nehatiye vemirandin.
Li gorî malpera fermî ya Rûsyayê (RT), tîmên parastina sivîl û rayedarên hikûmeta Siûdî dixebitin da ku agir kontrol bikin û belavbûna wê li herêmeke ku hewayê havînê ye hişk bandorekî xirab li ser dike û dixwazin agir sînordar bikin.
Basnews
