• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Îranê dadwerek bi kêran hat kuştin

Li Îranê dadwerek bi kêran hat kuştin

 Li bajarê Şîrazê yê eyaleta Farsê ya Îranê 2 kesan dadwerek bi kêran kuşt.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA), dema Serokê Dadgeha 2yem a Cezayan a Şîrazê Îhsan Baqirî (38) ji mala xwe derketiye 2 kesan bi kêran êrişî kiriye.

Îhsan Baqirî di vê êrişê de hatiye kuştin.

Êrişkar pişt re ji cihê bûyerê reviyane lê hatine girtin.

 

Rudaw

Top