Hejmarek ji emîr û serokên eşîran ji parêzgehên navend û başûrê Iraqê serdana Kela Hewlêrê kirin
Piştî serdana xwe ya bo Serok Barzani, hejmarek ji emîr, serokeşîr û kesayetiyên eşîrî yên navend û başûrê Iraqê serdana Keleha Hewlêrê kirin û ji aliyê parêzgarê Hewlêrê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Îro piştî nîvro 25.05.2025, parêzgeha Hewlêrê ragehandiye: “Hejmarek ji emîr, serokeşîr û kesayetiyên eşîrî yên parêzgehên başûr û navenda Iraqê, ku mêvanên Serok Barzanî bûn, serdana Keleha Hewlêrê kirin û ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve hatin pêşwazîkirin û serdana çend deverên dîrokî û çandî yên li ser kelehê kirin.”
Herwaha ragehandiye, “Şanda mêvan pesna aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê da û kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Hewlêrê diyar kir û kar û projeyên restorasyon û parastina şûnwarên kevnar û dîrokî, ku ya herî girîng Keleha Hewlêrê ye, ku cihekî mîrateya cîhanî ye, teqdîr kirin.”
Parêzgarê Hewlêrê ji aliyê xwe ve bi germî bixêrhatina mêvanan kir û hêvî xwast ku di vê dema ku ew mêvan li Hewlêrê ne bi aramî dema xwe derbas bikin.
K24
