• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Salvegera Şoreşa Gulanê de hemû tekoşer û xebatkar û Pêşmergeyên qehreman em bibîrtînin

Mesrûr Barzanî: Salvegera Şoreşa Gulanê de hemû tekoşer û xebatkar û Pêşmergeyên qehreman em bibîrtînin

 Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 26.05.2025ê peyamek weşand û tê de ragehand, “Di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de, em hemî têkoşer, xebatkar, fermandar û Pêşmergeyên qehreman ên ku tevlî vê şoreşê bûne bibîr tînin.”

Mesrûr Barzanî herwesa gotiye, “Şoreşa Gulanê, wekî berdewamiya Şoreşa Îlonê bi serokatiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê Nemir, pilana dijminên Kurdistanê têk bir û bi rêya fedakarî û berdewambûna xebat û têkoşînê asoyeke nû ji bo gelê Kurdistanê vekir.”

Peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî

Di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de, bi rêz û hurmeteke zêde, em hemî têkoşer, xebatkar, fermandar û Pêşmergeyên qehreman bibîr tînin, ku tevlî vê şoreşê bûn û bi şkodarî û baweriyeke bilind bergirî ji gelê Kiurdistanê kir.

Şoreşa Gulanê, wekî berdewamiya Şoreşa Îlonê bi serokatiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê Nemir, pilana dijminên Kurdistanê têk bir û bi rêya fedakarî û berdewambûna xebat û têkoşînê asoyeke nû ji bo gelê Kurdistanê vekir.

Di bîranîna serhildana Şoreşa Gulanê de, em tekezê li ser karkirina hevpar û tebayî û yekhelwestî û xebata hemî pêkhate, hêz û aliyên Kurdistanî dikin, ku ew yekrêzî yek ji bingehên bibiha yên Şoreşa Gulanê bû û bû sedema çêbşna Bereyê Kurdistanî û serkeftina Serhildana Adara 1991ê û bidestxistina hemî destkeftiyên niştîmanî.

Di bîranîna serhildana Şoreşa Gulanê de, silav li canê pak ê Barzaniyê Nemir û Kek Îdrîsê herdem libîr û hemî şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

26.05.2025

 

Basnews

Top