Rojnameyeke Amerîkî: Pêşxistina gazê li Kurdistanê bi ajandaya Donald Trump re hemahemge
Malpera Al-Monitor a Amerîkayê di derbarê îmze kirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel Kompanyayên Amerîkayê nivisiye: “Piştgiriya tevahî ya Amerîkayê li gel wê peymanê heye û ji dema vegera Donald Trump bo ser desthilatê ve, yekem veberhênana mezin a enerjiyê ya Amerîkayê li Kurdistanê ye.”
Malperê ji zarê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright veguhestiye ku di panelekê de li Enstîtuya Cîhanî (Al-Monitor) gotiye ku Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê û nivisiye: “Amerîkayê gelek kêfxweş e ku bi Hewlêrê re bixebite û piştgiriyê bide gelê Herêma Kurdistanê.”
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê di Enstîtuya Cîhanî ya Al-Monitor de li Waşingtonê amaje bi wê da û got, “Amerîkayê dê li Herêma Kurdistanê veberhênana di warê enerjiyê de berdewam bike da ku alîkariya pêşxistina çavkaniyên wê yên nehatine bikaranîn bike.”
Herwaha di derbarê wê de ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji peymana 110 milyar dolarî ya ku hefteya borî bi şîrketên Amerîkî HKN Energy û Western Zagros re hatibû îmzekirin nerazî ye û got, “Her çend Iraq xwediyê yek ji mezintirîn binesaziyên petrol û gazê yên herêmê be jî, ew hîn jî ji bo hilberîna elektrîkê bi giranî xwe dispêre gaza xwezayî ya Îranê, ku di havînê de qutbûnên elektrîkê yên dubare hene ku bûne sedema xwepêşandanên giştî, ku hin ji wan bûne sedema tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan ji hêla hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve.”
Herwaha dibêje: "Em tekez dikin ku divê Iraq pişta xwe nede Îranê."
Li ser pêşxistina gazê li Kurdistanê û îhtîmala binesaziya hilberîna elektrîkê ya heyî ya wê ji bo radestkirina elektrîkê ji cîranên xwe re, Wright got: "Ev pir baş e, ev pir li gorî ajendaya Serok Trump e."
Basnews
