• Sunday, 08 February 2026
logo

Masiyên Gola Wanê koç dikin lê qaqlîbaz di kemînê de ne

Masiyên Gola Wanê koç dikin lê qaqlîbaz di kemînê de ne

Koça Masiyên Gola Wanê (Kefalên Mirarî) berdewam dike lê gelek ji wan dibin qûtê qaqlîbazên di kemînê de.

Kefalên Mirarî ji bo hêkên xwe li avên şêrîn bikin û nifşê xwe bidomînin her sal di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmehê de ji Gola Wanê ber bi avên şêrîn koç dikin.

Bi hezaran geştyar bi armanca şopandina koça masiyan li peravên çem û rûbarên ku diherikin Gola Wanê kom dibin.

Geştyaran diyar kir ku koça masiyan dîmenên nuwaze pêşkêşî wan dike û koça ji bo domandina nifşê xwe balkêş e.

Di dema koça masiyan de qaqlîbaz li ser tengavên rêyên ava şêrîn bi cih dibin û ji xwe re masiyan digirin.

Wênegir jî ji bo tomarkirina van dîmenan li Benda Masiyan a li navçeya Erdîşê kom dibin.

Geştyarê bi navê Mihemed got:

“Em dixwazin her kes were vê derê bibîne. Em bi hevalan re hatin vê derê û em vê derê gelekî diecibînin.”

Li gor amarên Saziya Çandinî û Daristanan a Wanê, her sal zêdeyî 10 hezar ton masî ji Gola Wanê tên girtin û nêzîkî 15 hezar malbat debara xwe bi masiyan dikin.

Her sal di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmehê de ji ber ku dema koçkirin û hêkkirinê ye, li Gola Wanê girtina masiyan tê qedexekirin.

 

Rudaw

Top