Medyayekî Iraqî: Peymanên di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de stratejîk in
Medyayeke Iraqî ragihand ku peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkî de stratejîk in û dê pêdiviyên navxweyî yên Iraqê yên ji bo elektrîkê bicîh bînin.
Malpera Baghdad El-Yewm, yek ji medyayên Iraqî ye, raporek bi sernavê (Peymanên gazê li Kurdistanê.. Îmzeyek stratejîk ku wêneyek ji bo dabînkirina pêdiviyên elektrîkê yên Iraqê dide) weşand û lbi zimanê şarazayê di warê petrolê de Govand Şerwani ve belav kir, ku ev pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di warê gazê de pêngavakî stratejîk a pir giringe li ser asta aborî û siyasî, ne tenê bo Herêma Kurdistanê, ji bo temamê Iraqê giringe.
Herwaha diyar kir, girîngiya van peymanan di sê aliyan de heye, ya yekem ew e ku ew bi veberhênana gaza xwezayî ve girêdayî ye, niha Iraq bi xwe dixwaze vê çavkaniya xwezayî bi awayekî mînakî bikar bîne da ku sotemeniyê ji bo santralên elektrîkê peyda bike. Ya duyemîn bi mîqdara mezin a gazê di zeviyên peyman li ser pêkhatî ve girêdayî ye, ku tê texmînkirin ku ji 10 trîlyon metrekûpan jî zêdetir e, ku rezervek mezin e ku dikare nexşeya enerjiyê ya welêt biguherîne. Aliyê sêyem ew e ku peyman bi şîrketên Amerîkî re hatine îmzekirin û hikûmeta Amerîkî û hejmareke mezin ji endamên Kongresê piştgiriya xwe ji bo peymanan ragihandine, ku ev yek bi pêşîniyên enerjiyê yên rêveberiya nû ya Amerîkî re hevaheng e û dixwaze alternatîfên gaza Rûsyayê bibîne.
Malpera Iraqî bi zimanê wî pisporî ve ragehand ku şîrketên Amerîkî berê li Herêma Kurdistanê xebitîne, ev gav ji bo berfirehkirina çalakiyên wan ên veberhênanê di sektora gazê de ye, encam ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo tevahiya Iraqê mizgîniyekî baş e. Ji ber ku zêdebûna elektrîkê li Herêma Kurdistanê dê wisa bike ku elektrîk ji parêzgehên nêzîk re jî bê dayîn, bi wî awayî dê bibe sedemê kêmbûna krîza elektrîkê li Iraqê.
Malpera Iraqê di dawiya raporta xwe de nivîsandiye: "Peymanên nû yên bi şîrketên Amerîkî re beşek ji hewldanên Herêma Kurdistanê ne ji bo pêşxistina sektora enerjiyê, di nav de veberhênana di gaza xwezayî de, ku yek ji çavkaniyên herî kêm bikarhatî li Iraqê tê hesibandin. Bi salane Iraq ji dest krîza mezin a berhemanîn û dabeşkirina elektrîkê dinale, her çend ew welatek dewlemende bi çavkaniyên xwezayî, ji bilî vê, gaza xwezayî faktorek diyarker tê hesibandin di xebitandina santralên elektrîkê de û kêmkirina girêdayîbûna bi sotemeniyên hawirdekirî ye, di nav de gaza Îranê, ku pir caran di hawirdekirinê de pirsgirêkan dikişîne, bi vî rengî krîza elektrîkê girantir û mezintir dike."
Rudaw
