Parlamenterek: Tenê dijminên Kurdistanê û koleyên wan, cehş û kirêgirtiyên wan ji hevdîtinên Mesrûr Barzanî yên li Waşingtonê û peymanên enerjiyê aciz bûn
Endamekî Parlamentoya Kurdistanê behsa giringiya wê serdana heftiya borî ya serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike ku li ser vexwandina fermî ji bo Amerîkayê kiribû û dibêje; tenê dijminên Kurdistanê û kirêgirtiyên wan ji wê serdanê aciz bûn.
Endamê Parlamentoya Kurdistanê ji fraksiyona PDKê, Serwan Ehmed Herkî, ji BasNewsê re got: "Di dema serdanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin bi rayedarên payebilind ên Amerîkî re kir û du peyman di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û du şîrketên Amerîkî de di warê enerjiyê de hatin îmzekirin. Lê li hember wê Wezareta Petrola Iraqê ji aliyekî û xwefiroş û çend kesekî kole û sivik û firsetçî û berjewendîxwaz ji aliyekî din ve çavê wan bi pêşketinên Herêma Kurdistanê bar nabe û dijatiye wan peymanan kirin.
Ji aliyekî din ve, kesên firsendxwaz û berjewendiyên taybet, ku pêşketina Herêma Kurdistanê nabînin, li dijî peymanan derketin."
Herwaha got: "Pêşwaziya ku ji Birêz Mesrûr Barzani re hat kirin bêhempa bû. Nîşaneyên ku hene diyar dikin ku Kurdistan li ser nexşeya Rojhilata Navîn xwedî cihekî xurt e û di rewşa her guhertinek li herêmê de paşerojek geş li benda wê ye."
Parlamenterê PDKê diyar kir: "Piraniya medyaya navneteweyî, bi taybetî medyaya erebî, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriyê dide hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê nikare pêşveçûna wan asteng bike û dê gavên serxwebûnê bidomîne. Herwaha hevdîtinên Birêz Mesrûr Barzanî li gel wezîr û senator û endamên kongreyê, neyar û xwefiroş xistiye rewşa hîsteryayê û cureyên cuda dijatiya xwe dûr li hemû bingehên exlaq radigehînin. Êdî geheştin wê astê û nefamiyê ku şiroveyên wisa beredayî dikin û dibêjin; ew berpirsên payebilind ên Amerîkayê, PDKyî ne.’’
Herwaha got: "Pêşveçûna Kurdistanê bi her awayî berdewam dike. Xiyanetkar her rêyekê digirin da ku hin kesên nezan kom bikin û dîmenên xweşik û rewşa Herêma Kurdistanê bêrûmet bikin. Ji ber ku armancên me zelal in û Kurdistan di destên ewle de ye, bi piştgiriya Xwedê û serokatiya Serok Barzanî, gavên Serokwezîr hêvî didin û dê me nêzîkî serkeftinê bikin û em ê bigihîjin qeraxa aramiyê."
Basnews
