• Sunday, 08 February 2026
logo

Erebistana Siûdî di nava yek hefteyê de 13 hezar kes girtine

Erebistana Siûdî di nava yek hefteyê de 13 hezar kes girtine

Rayedarên Erebistana Siûdî îro 24.05.2025, ragehand ku 13 hezar û 118 binpêker di nava yek hefteyê de hatine girtin ku bi awayekî ne yasayî çûne wî welatî.

En operasyonên hêzên ewlehiyê yên Siûdî beşek ji hewildanên Qiraliyetêne ku ji bo parastina ewlehiyê û misogerkirina birêveçûna normal a demsala Hecê, ku yek ji mezintirîn merasîmên olî yên cîhanê ye. Tê pêşbînî kirin ku Erebistan zêdetir ji Mîlyonek û 500 hezar hecên ji navxwe û derveyê Qiraliyeta Siûdiyê ve bo rabikêşe.

Rayedarên Siûdiyê bi alîkariya çendîn saziyên hikûmî û ewlehiyê ji 15 heta 21ê Gulanê helmeta kontrola giştgir li tevahiya Qiraliyeta Siûdiyê birêve biriye.

Li gor zanyariyan piraniya binpêker ango kesên ku ji derveyî yasayê hereket dikin, piraniya wan ji Yemenê (37%) û Etiyopyayê (61%) bûn, di heman demê de 94 kesan hewl dan ku bi awayekî neqanûnî ji welêt derkevin.

 

Basnews

Top