Gumanbarê sereke yê mirina xwendekarên koleja leşkerî ya Iraqê hate eşkerekirin
Lijneya ewlehî û berevaniyê ya Parlementoya Iraqê îro 25.05.2025ê gumanbarê sereke yê mirina xwendekaran li koleja leşkerî ya li parêzgeha Ziqar eşkere kir.
Endamê lijneya Parlementoya Iraqê Yaser Îskender got ku Ferîq General Nasser Xenam bi ji ber can ji destdana wan xwandekaran tometbare û wî ferman derxistiye ku ew xwandekarên koleja leşkerî li ber tawê demekî dirêj bimînin. Herçend fermandarê kolejê daxwaz kiribû ku wê biryarê hilweşîne jî, lê wî ew yek qebûl nekiriye.
Wî Parlamenterî xwest ku Ferîqê yekem Nasir Xenam ji ber wê tewanî bê darizandin.
Di çend rojên dawî de li koleja leşkerî ya çaremîn a li parêzgeha Ziqarê du xwendekar ji ber perwerdehiya dijwar û tîrêjên rojê yên bihêz canê xwe ji dest dan û çend xwendekar jî tenduristiya wan têkçû.
Basnews
