Dijwar Fayiq: Em du sal in hewl didin ku ji bo welatiyên madeya 140 erd peyda bikin
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Komîteya Madeya 140 de Dijwar Fayiq ragihand, ev du sal in li Bexdayê ji bo cîbicîkirina Madeya 140an a destûra Iraqê û bi taybetî ji bo dayîna erdên niştecihbûnê ji welatiyên şayiste re, di nava hewldanan de ye.
Dijwar Fayiq ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Ev du sal in ez li Bexdayê ji bo cîbicîkirina Madeya 140an parastinê dikim. Ev hewldan dayîna qerebûyê, vegerandina erdên dagirkirî yên cotkarên Kurd, herwiha peydakirina derfetên kar û dabeşkirina erdên niştecihbûnê li sînorê Kerkûkê û bajarên din ên di çarçoveya Madeya 140an de, li xwe digire."
Dijwar Fayiq herwiha got: "Di civîna lijneya me de, hefteya borî me careke din li Bexdayê bi rêya nivîsandin û gotûbêjan, daxwaziyên xwe tekez kirin."
Bal kişand ser wê yekê ku Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Dîwana Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, bi spasdarî piştgirî dane daxwaznameya wan.
Dijwar Fayiq got jî: "Tiştê cihê balkêşiyê ew e ku parêzgeh dibêjin ji bo vê armancê erdê wan tune ye!" Herwiha da zanîn: "Di civîna borî de me behsa wê yekê kir, çima ji bo çîn û texên din erd heye, lê ji bo herêmên di çarçoveya Madeya 140an de tune ye?!"
Di dawiya axaftina xwe de, Dijwar Fayiq daxwaz ji aliyên Kurdistanî yên pêwendîdar li Bexdayê kir ku bi rêya Encûmena Wezîran a Iraqê, parêzgehan agahdar bikin da ku ji bo welatiyên hêja yên herêmên Madeya 140an erd destnîşan bikin.
K24
