• Sunday, 08 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Di serokatiya Mesrûr Barzanî de, me serdana serkeftî ya Waşingtonê bi dawî kir

Sefîn Dizeyî: Di serokatiya Mesrûr Barzanî de, me serdana serkeftî ya Waşingtonê bi dawî kir

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, ragihand bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de serdana ji bo Amerîkayê gelek serkeftî bi encam bûye.

Sefîn Dezeyi di tora civakî ya X de nivîsand, "Em dixwazin spasiya heval û hevkarên xwe yên Amerîkî bikin ji bo pêşwaziya wan a germ, herwiha spas ji bo  nûnertiya hikûmetê ya li Amerîkayê û karmendên protokolê û saziyên ragehandinê ji bo hewildan û westandina wan."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja 17ê Gulana 2025an, ligel şandeke bilind a hikûmetê gihîşte Waşingtonê û di 8 rojên borî de bi dehan hevdîtinên dîplomatîk û siyasî li gel asta bilind a Amerîkayê pêkanîn û çend peymanên di warê enerjiyê de li gel kompanya û şîrketan hatin îmza kirin.

 

Basnews

Top