Şaxawan Ebdullah ji bo hezaran malbatên Kurdistanê mizgîniyekî radigihîne
Serokê Lijneya Maddeya 140 li Parlamentoya Iraqê Dr Şaxawan Ebdullah, li ser hesabê xwe yê Facebookê got ku her malbateke Kurd a ku vegeriyaye Kerkûk û derveyî Herêma Kurdistanê û ew kesên ku li gorî Maddeya 140 tevdigerin, dê perçeyek erd werbigirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr Şaxawan Ebdullah, diyar kir: "Piştî nameya me ya hejmar 61 a di 2025/4/14 de û civîna me bi serokê Lijneya Maddeya 140 a hikûmeta Iraqê re di 20ê Nîsanê de, me ji bo vegera her malbateke Kurd bo Kerkûk û deverên derveyî herêmê erêkirin wergirt. Wan li gorî Maddeya 140 perçeyek erd daye wan."
Herwaha got: "Ev biryar wan malbatên ku danûstandin temam kirine lê tezmînata 10 milyonî wernegirtine jî digire nav xwe û hemû deverên ji Şengal heta Xaneqîn digire nav xwe, ji bo vê armancê, nameyek ji parêzgehan re hatiye şandin da ku bicîh bînin."
Basnews
