• Monday, 09 February 2026
logo

Tirîfe Ezîz: Girêbestên Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkayê li gorî armancên Trump in

Tirîfe Ezîz: Girêbestên Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkayê li gorî armancên Trump in

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz ragihand, îmzekirina girêbestên mezin bi kompanyayên Amerîkî re bi nirxê zêdetirî 100 milyar dolarî, serkeftineke mezin e ji bo Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê.

Tirîfe Ezîz îro 23ê Gulanê li Washingtonê, ji rojnamevanan re got: " Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du rojên borî de civînên gelek serkeftî li gel endamên Encûmena Pîran (Senato) û Encûmena Nûneran a Amerîkayê pêk anîne."

Herwiha da zanîn, civîn gelek baş hatine kirin û go: "Em girîngiyê didin veberhênana li sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê û ev yek bi rêya îmzekirina girêbestên mezin bi kompanyayên Amerîkî re bi nirxê zêdetirî 100 milyar dolarî pêk tê. Ev serkeftineke mezin e ji bo Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê û herwiha ji bo kompanyayên Amerîkî jî."

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir, ev girêbest li gel armanc û hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo geşepêdan û pêşxistina enerjiyê li Rojhilata Navîn hevterîp in û hev digirin.

Di dawiyê de, Tirîfa Ezîz spasiya piştgiriya hikûmeta Amerîkayê kir û tekez kir ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê di demek gelek girîng de ye, da ku li gel rêveberiya nû û Kongressê pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bên pêşxistin û tekezî li ser wan bê kirin.

 

K24

Top