Mesrûr Barzani: Ez spasiya piştgiriya Amerîkayê dikim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytexta Amerîka Waşingtonê, ligel Wezîrê Enerjiyê yê wî welatî Chris Wright civiya. Di civînê de, Serokwezîr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêmê, bi taybetî di warê enerjiyê de.
Piştî hevdîtinê, Serokwezîr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ku Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, Chris Wright, piştevaniya welatê xwe ji bo her du peymanên di warê enerjiyê de yên ligel kompaniyên Amerîkî hatine îmzekirin û ji bo pêşxistina veberhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê tekez kiriye.
Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kir, wî di hevdîtinê de spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kiriye û behsa çaksaziyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye. Di nav van çaksaziyan de, bi taybetî projeyên di sektora enerjiyê de, projeya "Ronahî", bernameya "Hejmara Min" ji bo dîjîtalkirin û şefafiyetê, û hewlên ji bo avakirina jêrxaneke aborî ya bihêz hatine destnîşankirin.
K24
