Li Bexdayê bijîşkek li gel dayîka xwe hat kuştin
Îro 21.05.2025ê Wezareta Navxwe ya Iraqê hûrgiliyên kuştina bijîşkek û dayîka wî ya li navçeya Kerx a Bexdayê aşkera kir.
Hat ragehandin tometbarên ku tewan pêkanîne diyar kirine: ‘’Me li navçeya Mensûrê êrîş kir ser Dr. Elî Seidî Meyahî û bi benê kelepce ve ew û dayîka wî me xeniqandin.’’
Herwaha li xwe mukir hatin ku armanca wan diziya pare û zêr bûye û gotin: ‘’190 hezar dolar û mîqdarekî zêr me di malê de bir û piştre me di nav xwe de parvekir.’’
Herwaha tewanbaran di mukirhatinên xwe de got, ew herdu kes pêkve çûne malê û destpêkê dayîka wî bijîşkî kuştine, piştre jî li bendê mane heta ew bijîşk hatiye û yek ji wan tewanbaran got: ‘’Dema hate malê li gel me şer kir û min boksek nav çavê wî da û piştre me ew girêda û bi benê kelebçê ve me ew jî xeniqand.’’
Herdu tometbar dibêjin: ‘’Termê wî bijîşk û dayîka wî xist nav çantayekî mezin û me çante baş daxist, piştre me ji bo navçeya Ebu Xirêb veguhest û me çanta avêtin çem.’’
Rêjeya tewan li Bexda û navçeyên Iraqê her diçe zêde dibe û beşek zêde ya tewanan jî veşartî dimînin û tewanbar û encamder nayên aşkera kirin.
Rudaw
