• Monday, 09 February 2026
logo

Bi beşdariya Serokê Hikûmetê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê konferansa enerjiyê li Waşingtonê birêve diçe

Bi beşdariya Serokê Hikûmetê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê konferansa enerjiyê li Waşingtonê birêve diçe

 Bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê konferansa enerjiyê ku ji hêla Enstîtuya Cîhanî ya Al-Monitor rêkxistiye li Washingtonê birêve diçe.

Îro 22.05.2025ê demjimêr 08:30ê serê sibehê li gor dema Waşîngtonê ku dibe 15:30ê piştî nîvro dema Hewlêrê û bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Christopher (Chris) Wright  ve konferansa enerjiyê li Waşîngtonê birêve diçe.

Konferansa ku ji aliyê Enstîtuya Cîhanî ya Al-Monitor ve tê organîzekirin, Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê di du panelên taybet de li ser pêşeroja enerjiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de dê gotûbêj bikin.

 

Rudaw

Top