• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîr li gel endamê Kongresê Abraham Hemada civiya

Serokwezîr li gel endamê Kongresê Abraham Hemada civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.05.2025, li Waşingtonê bi endamê Kongresê Abraham (Ayb) Hemada re civiya.

Endamê Kongrêsê amaje bi wê jî da ye: "Ez serbilind im ku di malbata min de rehên Kurdî hene û dapîra min Kurd e û dayîka min jî Durzî ye."

Kongresmen Ayb kêfxweşiya xwe ji serdana Serokwezîr bo Waşingtonê û îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de ne anî ziman û girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de tekez kir.

Herwaha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî pîrozbahî li Kongresmen Ayb kir ji ber hilbijartina wî wekî endamê Kongresê di sala borî de û jê re serkeftin xwest. Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyê kir.

 

Rudaw

Top