• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel endamê Kongresê Adam Smith civiya

Mesrûr Barzanî li gel endamê Kongresê Adam Smith civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, li Waşintonê bi Kongresman Adam Smith re dicive û her du aliyan tekezî li ser girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî di hemî waran de kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.05.2025 li Waşingtonê bi Kongresman Adam Smith re civiya.

Di wê hevdîtinê de, rewşa dawiyê ya Îraq, Herêma Kurdistanê û deverê hat nîqaşkirin.

Herwesa herdu aliyan tekez li ser girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî di hemî waran de kir.

Di pareke din a wê hevdîtinê de jî, wî bal kişand ser girîngî û pêdivîtiya pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Basnews

Top