• Monday, 09 February 2026
logo

Li Brîtanyayê bi sed hezaran paund ê ji bo avakirina mizgeftan hatine komkirin hat dizîn, mela û waîz hevdu tawanbar dikin.

Li Brîtanyayê bi sed hezaran paund ê ji bo avakirina mizgeftan hatine komkirin hat dizîn, mela û waîz hevdu tawanbar dikin.

Dema dawiyê piştî dizîna pareyê xêrxwaziyê yê ji bo çêkirina mizgeftê hatiye komkirin, li Brîtanyayê bûye behsa çapemeniyê û medya civakî, ku tê gotin bi sedan hezar paund ê Brîtanî hatiye dizîn. Sê melayên olî, Ebdul Hemîd Tahir, ku wekî Kurî Pak, Hecî Sefer û Hecî Aram ku hewldane, ji bo avakirina mizgeftekê li Brîtanyayê pere berhev kirine, lê piştî demekê pere jî winda bûye. Ti mizgeft jî nehatine çêkirin û heta yek ji melayan jî qebûl dike ku pere winda bûne.

Di destpêka meha Adarê ya îsal de, BasNewsê, wekî yekem medyaya Kurdî, eşkere kir ku li Brîtanyayê bi navê avakirina mizgeftekê gelek pere ji misilmanên Kurd hatine berhevkirin û dû re ew pere winda bûne.

Di vê dema borî de ji ber dizîna pareyê xêrxwaziyê gelek xwepêşandan li bajarê Bermingham a Brîtanyayê birêve çûn û bi sed hezaran şîrove li ser torên civakî hatine nivîsandin û ji sê melayan tê pirsîn: Pereyê ku ji bo avakirina mizgeftekê hatiye berhevkirin li ku ye?

Li gorî dûvçûna BasNewsê, her sê melayan daxuyanî û ravekirin dane û bi awayên cuda behsa windabûn û dizîna pereyan dikin û hevdu tawanbar dikin. Li gorî agahiyan, nirxa pereyan ji 500,000 paund zêdetir e û her sê melayan dozek li dadgeheke Brîtanî li hember xwediyê milk winda kirine û zêdetirî 150,000 paund pareyê ji xêrxwaziyê hatiye komkirin jî hatiye desteserkirin.

Di vîdyoyekê de, melayê ku bi navê Kurî Pak li xwe mikur hat ku pere winda bûne, lê melayê din, Hecî Sefar, bi şaşîyekê tawanbar dike. "Nedibû wî pareyî wek deyn bide xelk, pêwîstbû pirs li lijneyê bikira.’’ Herwaha parê xwe di vê mijarê de spî dike û dibêje: ‘’Ew berpirsin ji wî pareyî û niyeta min tine ku destêwerdanê di vê mijarê de bikim, lê ti eleqeya wê pirsgirêkê bi min re tine ye,"

Yek ji rûniştvanê Brîtanyayê û îslamiyekî tora civakî ya Tiktokê jî dibêje: "Ji bo avakirina mizgeftekê û komkirina pare, li kanalên Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgerî jî propaganda hatiye kirin û gelê Kurdistanê jî xwestiye beşdarî avakirina mizgeftê bibe, lê pere hatine dizîn û mizgeft nehatiye avakirin."

 

Basnews

Top