Herêma Kurdistanê cîhê baweriya kompanyayên mezin e
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku ew peymanên di warên enerjiyê li Waşîngtonê hatine pêkanîn, belgene ku Herêma Kurdistanê cîhê baweriya kompanya û şîrketên mezin ên cîhanê û welatên mezin ên Ewrupa û Amerîkayê ne ku dixwazin veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.
Duh 20.05.2025ê bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma du peymanên enerjiyê di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel herdu kompanyayên petrolê yên Amerîkayê HKN Energy û Western Zagros de hatin îmza kirin.
Vê derbarê de Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Rêzdar Kak Mesrûr Barzanî giringiyek mezin daye mijara berhemanîna navxweyî û ji destpêka karkirina kabîneyê ve xaleke karnameyê peywendiya xwe bi giringîdan û piştevanî kirina li berhemên navxweyî û giringîdana rakêşana sermayeyê biyanî bo Herêma Kurdistanê bûye.’’
Herwaha got, ev geşta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê berhemekî din a bazirganî û veberhênanekî mezin li ser asteke bilind li gel kompanyayên Amerîkî yên di warên gaz û petrolê de heye, ‘’Ku di vê rewşa naha ya Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê de, belgeyekî dine ku Herêma Kurdistanê cîhê baweriya kompanyayên mezine, cîhê baweriya dost û hevalên me ye di vî warî de. Welatên mezin li Ewrupa û Amerîkayê çavê wan li wê yekê ye ku veberhênan li Kurdistanê bikin. Hêvîdarin paşerojekî geştir ji bo Herêma Kurdistanê ya bi wan peymanan bidest bê.’’
Basnews
