• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku ev roj afirandine

Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku ev roj afirandine

Serok Barzanî di 63emîn salvegera tevlîbûna xwe ya di nava Pêşmerge de, silav li hemû Pêşmergeyan kir, giyanê pak ê şehîdan bi bîr anî û qehremanên ku dîrok çêkirine û bûne şanaziya gelê xwe silav kirin.

Îro 20ê Gulana 2025an, 63 sal di ser dema ku Serok Mesûd Barzanî bûye Pêşmerge re derbas dibe. Bi vê boneyê, Serok Barzanî peyamek li ser hejmara xwe ya tora civakî "X"ê weşand.

Peyama Serok Barzanî:

"Silav li hemû Pêşmergeyan û ez çavên wan maç dikim.
Silav li giyanê pak ê şehîdan û silav li hemû wan qehremanên ku ev roj afirandine û bûn şanazî ji bo gelê xwe."

Dîrokek ji Têkoşîn û Serbilindiyê:

Serok Mesûd Barzanî roja 20ê Gulana 1962an, tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Di dirêjahiya vê heyamê de, Serok Barzanî her tim parastina wan nirxên neteweyî û niştimanî kiriye ku tevahiya temenê xwe yê Pêşmergetiyê ji bo wan têkoşîn kiriye. Di hemû pile û postên ku wergirtine de, bi berdewamî tekez kiriye ku her dem şanaziyê bi Pêşmergebûna xwe dike.

Serok Barzanî di dîroka nû ya Kurd de, hem di asta neteweyî û niştimanî de, hem jî di asta dîplomatîk de, weke Pêşmergeyê rêya azadî, rizgarî, pêkevjiyan û demokrasiyê li Kurdistan û Iraqê tê naskirin.

 

K24

Top