• Monday, 09 February 2026
logo

Li Nîjeryayê qayikek noqî avê bû: 37 kes mirin

Li Nîjeryayê qayikek noqî avê bû: 37 kes mirin

Li gor agahiyê destpêkê 37 kes di encama binavbûna qayîkekî ku rêwî hildigirt li çemekî li eyaleta Kwara ya Nîjeryayê de mirine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Nîjeryayê, li herêma Gajibo ya eyaleta Kwara, qeyikeke ku mirovên ji bazarê vedigeriyan di çem de noq bû.

Li gorî raporên destpêkê, di qezayê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî winda bûn. Hat ragehandin qeyikê de 150 kes hebûn

Rayedaran ragihandin ku di qeyikê de bi qasî 150 kes hebûn û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.

Rayedaran gotin ku ew ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.

 

Basnews

Top