Şêxê Eşîra Şimer: Em spasiya Serok Barzanî dikin, karê wî dê di dîrokê de were nivîsandin
Şêxê Eşîra Şemer li Rojavayê Kurdistanê Şêx Manê Himêdî Deham El-Hadî El-Cerba ragihand, ew piştgiriya mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dikin û daxwaz dikin ku ev maf di destûra nû ya Sûriyeyê de werin bicîhkirin. Herwiha, Şêx Manê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ji ber rola wî ya berbiçav di yekrêziya Kurdî de.
Şêx Manê Himidî Deham El-Hadî El-Cerba di daxuyaniyekê de ji bo K24ê de got: "Em birayên hev in, xelkê deverekê ne. Bi vê boneyê, em destxweşiyê li birêz Serok Mesûd Barzanî û General Mezlûm Ebdî dikin ji ber rola wan a girîng û hewlên wan ên berdewam ku hiştin hemû aliyên siyasî bigihîjin rêkeftinekê. Di vê qonaxa hestiyar de, ev karekî gelek baş û dîrokî ye."
Şêx Manê herwiha destxweşî li Serok Barzanî kir ji ber girîngiya ku ew dide doza Kurdî û ya herêmê bi giştî û got: "Ev kar û erk dê di dîrokê de werin nivîsandin. Em destxweşiyê li hemû aliyan dikin ku aramî û ewlehiya welat û herêmê diparêzin."
Şêx Manê bal kişand ser qurbaniyên ku gelê Kurd di van salên dawî de dane û got: "Gelê Kurd li deverên xwe di dirêjahiya 14 salan de baca mezin daye, qurbanî dane, di ne aramiyê de jiyane heta ku destkeftiyên mezin bi dest xistine."
Di dawiya axaftina xwe de, Şêx Manê tekezî li ser çareseriya aştiyane kir û got: "Em hemû gelê Sûriyeyê ne û em ê hewl bidin bi awayekî aştiyane û bi rêya danûstandinan hemû dosyayên heyî, bi taybetî dosyaya herî girîng ku dosyaya gelê Kurd e, çareser bikin. Bêguman, em daxwaza mafên gelê Kurd dikin, bi taybetî di destûra nû ya Sûriyeyê de."
Ev daxuyaniyên Şêx Manê di demekê de tên ku hewldanên ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya Amerîkayê û piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Herwiha, rewşa giştî ya Sûriyeyê piştî guhertinên dawî û hewldanên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî û nivîsandina destûreke nû, di rojevê de ye.
Eşîra Şemer yek ji eşîrên mezin û bi bandor e li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ye.
K24
