Kanalekî Erebî: Civîna Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê di dîroka hemû lûtkeyên Erebî de ya herî qels û lewaz bû
Kanaleke Iraqî got ku lûtkeya Erebî ya li Bexdayê di dîroka lûtkeya Erebî de ya herî qels bû, ji ber ku hejmara herî kêm a şandeyên Erebî beşdar bûn.
Roja Şemiyê, 17ê Gulana 2025an, lûtkeya Erebî li Bexdayê pêk hat, li gorî hin medyayan, ji bo amadekariyên konferansê zêdetirî 600 milyon dolar hatiye xerckirin, lê tenê şeş serok û emîr amade bûn. Lê Mîrê Qeterê ji ber wê xeletiya protokolî ya hat kirin û di cîha ala Qeterê de Ala Behrêynê li piştî wî hate danîn, gotara xwe nexwand û bi awayekî lez û bez ji Bexdayê derket.
Kanala One News a Iraqî ragihand ku ji ber şaşiyên protokolê û temsîliyeta lawaz a welatan, lûtkeya erebî ya li Bexdayê wekî lûtkeya herî qels a dîrokê tê hesibandin.
Heman kanalê got ku di lûtkeya Erebî ya li Bexdayê de beşdariya şandeyan herî kêm bû, ku ev jî encama parçebûna biryardana siyasî li Iraqê û pirjimariya rêber û serokên Iraqî ye.
Herwaha diyar kir; ‘’Rêberên Ereb dizanin ku Serokê Hikûmetê xwedî biryara dawî nîne, dewlet ji aliyê hêzeke kûr û milîsan ve tê birêvebirin û wê yekê jî wisa kiriye ku hegemona gotarên partiyê li ser biryarên hikûmetê re bin.
Vê derbarê de Parlamenterê Iraqê Merîwan Qerenî li ser tora xwe ya civakî facebookê ragehand: "Eger em li lûtkeyên berê binêrin, em dibînin ku lûtkeya Behrêynê ya di 16ê Gulana 2024an de pêk hat, 14 serok, padîşah û emîrên welatan beşdar bûn, lûtke hebûn ku gihîştin 16 serokan. Dîroka hemû lûtkeyên hatine kirin de , tenê carekî hejmara serokan waha kêm bûye di beşdarbûnê de, ew jî lûtkeya 27emîn Lûtkeya Erebî, ku di 25ê Tîrmeha 2016an de li Nouakşot, Morîtanya pêk hat, tenê heft serokên Ereb beşdar bûn, mîna Iraqê. Wekî din, lûtkeya Erebî ya 2012an, ku ew jî li Bexdayê pêk hat, tenê yek serokê Ereb, Emîrê Kuweytê yê wê demê, beşdar bû. Bi vî awayî, her cara ku lûtkeyeke Erebî li Iraqê ji sala 2003an vir ve pêk hat, ji bo serok, padîşah û emîrên welatên Ereb ti nirxek wê tune bû."
Herwaha Qerenî ragehand: "Ev lûtkeya Erebî ye yan lûtkeya têkçûnê ye? Çi tiştekî Iraqê di nav welatên Komkara Erebî de ewqas bêwate dike û tevî ku ewqas pere xerc dike û bi berdewamî gelek pere dide welatên Erebî di bin navê alîkariyê de? Lê rêveberên ereb li gel wê jî neamadene bên Iraqê. Gelo ma ev encama siyaseta xelet a desthilatdariya Iraqê nîne, ku nekariye ji aliyê dîplomatîk ve bi başî hevsengiyan têbigehe û hevsengiya xwe di navbera cemser û qutb û aliyên rikberên ên herêmî û navnetewî de ragire? Ma ne Iraq e ku di famkirina hevsengiya di navbera qutb û aliyên nakokiya herêmî û navneteweyî de têk çûye? Ev û gelek pirsên din ên girîng, ger bêbersiv bimînin, di hişê gelê Iraqê de hene, bi wî awayî pirsên serekî dê hebin gelo dewleta Iraqê ji bo xerckirina pare hez dike lûtkeya erebî li Bexdayê bê kirin? An jî ji bo nîşandana dîplomasiya xwe ya têkçûyî ye?"
Basnews
