Yekem karwanê Heciyan bi rêya bejayî ve birêket
Bi armanca bicîhgehandina ferza Hecê îro 17.05.2025ê yekem karwanê haciyên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ve ber bi Siûdiyê ve birêketin.
Rêveberê Giştî yê Hec û Umre ya Kurdistanê Şêx Niyaz Raxib Neqşîbendî ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Îsal li gor rêjeya rûniştvanên Kurdistanê 5 hezar 136 kes dê ferza hecê bicîhbînin. Li gor daxwaza heciyan jî ewên ku dixwazin bi rêya bejayî ve biçin 1600 hecî ne û ewên bi rêya balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Silêmaniyê ve jî diçin 3 hezar û 536 kes in.
Herwaha got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 milyar dînar wek alîkariya madî pêşkeşî heciyan kiriye, ji bo her heciyek di navbera 650 heta 850 hezar dînaran alîkarî ji wan re hatiye kirin û derveyî wê jî dolar bi nirxê bankaya navendî hatiye dabîn kirin û tîma birêveber û rênîşaniyên olî û tîmên tenduristiyê ji bo hemû heciyan hatiye dabîn kirin ku heta diçin û tên jî dê ew tîmane li gel wan bin.
Basnews
