• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî serexweşiyê li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dike

Serok Barzanî serexweşiyê li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dike

Ji ber wexera dawiyê ya Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Behmen Hisên, Serok Barzanî peyameke serexweşiyê ji serkirdetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê re şand.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya kesayetiyê welatparêz Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Behman Hisên gehişt min. Xudêjêrazî Behmen Hisên têkoşer û dilsozê doza gelê xwe bû û helwestên wî yên neteweyî her tim cihê rêzê bûn û nayên jibîrkirin.

Ez serexweşiyê li malbat, kesûkar û nasên Xudêjêrazî Behmen Hisên û serkirdetî û endamên Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku, Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî

16ê Gulana 2025ê

 

K24

Top