• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hİkûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke serxwaşiyê belav kir

Serokê Hİkûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke serxwaşiyê     belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de serexweşiyê li malbata Xudêjêrazî Behmen Hisên û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê dike.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Berpirsê Encûmena Giştî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Behmen Hisên dikim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.

 Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Top