Serok Barzanî pîrozbahî li Yekitiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê dike
Ji ber hilbijartina Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriya Rêkxistina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî pîrozbahiyê li wê rêkxistinê û xwendekar û ciwanan dike.
Ji ber serkeftina kongireya hevgirtinê û hilbijartina Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî îro 16.05.2025 di peyamekê de pîrozbahiyeke germ arasteyî wê rêkxistinê û tevaya xwendekar û ciwanan kir û daxwaza serkeftinê jê re kir.
Di wê peyama Serok Barzanî de hatiye, “Ez hêvîdar im hevgirtina Xwendekar û Ciwan û endamên kongireya wan bibin sedema bihêztirbûna şêwazê kar û rêkxistina xwendekar û ciwanan û zêdetir xizmeta doza xwendekar û ciwanên azîz ên Kurdistanê jê peyda bibe.
Serok Barzanî bi vê helkeftê piştevaniya xwe ji bo daxwaz, bername û armancên wan tekez dike û dibêje, “Ji we yên xweşevî tê hêvîkirin ku hûn li bin ronahiya fikirên welatparêziyê û li gorî bername û planeke birêkûpêk xwendekar û ciwanên ava, zîrek, biîrade û afirîner ji bo welatê me ava bikin û her tim di xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê de bin."
Kongireya hevgirtina her du rêkxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Ciwanên Demokrata Kurdistanê duhî (Pêncşem, 15.05.2025) bi amadebûna Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî hat lidarxistin.
Her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Ciwanên Demokrata Kurdistanê bûn yek û navê wan ji bo Rêkxistina ‘Yekîtiya Xwendekar û CiwanênDemokrata Kurdistanê’ hat guhertin.
Herwesa bi piraniya dengên endamên kongireyê, 11 kes wekî endamên sekreteriya Rêkxistina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê hatin destnîşankirin.
Bi dengên wan 11 kesan ku wekî endamên sikirtariya wê rêxistinê hatin hilbijartin, Şivan Mehmûd, ku wekî Şivan Kurdistanî tê nasîn, wekî Sekreterê Rêkxistina Yekîtiya Xwendekar û CiwanênDemokrata Kurdistanê hat hilbijartin.
Basnews
