• Monday, 09 February 2026
logo

Çalakvan: Serok Barzanî bi asteke bilind berevaniya rumeta Kurdistaniyan dike

Çalakvan: Serok Barzanî bi asteke bilind berevaniya rumeta Kurdistaniyan dike

Çalakvan pesnê gotinên Serok Barzanî didin ku îro di kongreya Yekgirtina herdu rêxistinên Yekitiya Xwandekarên Kurdistan û Yekitiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê de kir û radigehînin ku Serok Barzanî di asta herî bilind de berevaniya rumeta Kurdistaniyan dike.

Îro 15.05.2025, Serok Barzanî di gotarekî de hişyariyê dide Iraqê ji bo ku êdî ew tişt nayê pejirandin mûçeyên xelkê Kurdistanê bê paşxistin û amaje bi wê jî da ku gelê Kurdistanê ji birçîna şoreş nekiriye û xazok jî nîne heta ku bi vî awayî muamele li gel bê kirin.

Herwaha derbarê rewşa navxweyî de diyar kir ku heman tiştên ku wî berî hilbijartinan digot, niha dubare dike ku divê yek Herêma Kurdistanê, yek parlemento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge hebe.

Di vê derbarê de çalakvanê siyasî û nivîskar li Silêmaniyê Meşxel Kewlosî di pêgeha xwe ya tora civakî Facebookê de gotinên Serok Barzanî weke “Gefên pîroz” bi nav kiriye û ragehandiye: “Divê bi vî zimanî li gel dagirkeran bê axaftin, eger wateyek ji bo rûmeta Kurdî bimîne, ew jî bi Serok Mesûd Barzanî re ye.”

Ji aliyê xwe ve çalakvanê siyasî û parêzer Bextewer Sepan ji BasNewsê re ragehand, Serok Barzani di asta herî bilind de rûmeta Kurd diparêze. Gotinên Serok Barzanî pir zelal bûn. Herwaha ji hemû dijminên xwe de got ku kurdên serbilind ti carî heqaretê qebûl nakin û divê sînorek bo reftarên we bên danîn, herwek ku peyama wî jib o kêrêgirtî û caşan jî bû ku dibêje eger hûn dixwazin bi şerm û bêkeramet bijîn, vê rewşê qebûl bikin ku Hikûmeta Federal li hember we dike.

Herwaha got: “Serok Barzani rêberê gelê Kurd e. Ew her tim li ser vî miletê bindest xemgîn e û qebûl nake ku kes zilmê li gelê Kurd bike an jî hewl bide rûmeta gelê Kurd xera bike. Divê her rêberekî rastîn wiha be û qebûl neke ku kesek rûmeta gelê wî bişkîne. Ji ber vê yekê, gelê Kurd dê her tim serbilind be heta ku Serok Barzaniyê nemir û şagirtên wî rêberiya wî bikin û kes nikaribe heqaretê li wî bike.”

Her di derbarê gotinên Serok Barzanî de, Soran Xakî, çavdêrekî siyasî, li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Di dema kampanyaya hilbijartinê û piştî kampanyaya hilbijartinê de, yek peyv û yek gotar, yek herêm, yek parlemento, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge.

 

Basnews

Top